Downloads provided by UsageCounts
Puxte Problematîka esasî ya dualîzmê şiûr e ku li gorî dualîzmê însan ji du pêkhateyan pêk tê ku ne mimkun e li hev bên reduktekirin. Di gengeşeyên dualîzmê da ev du pêkhate li ser hin diyardeyên dijber ava bûne; aqil û işq, jin û mêr, made û giyan, başî û xerabî çend mînak in ji wan dijberîyan. Famkirina ji dinyayê, xwegîhandina zanînê ya hebûna xwe û ya Xwedayî, têgihîştina ji dinya û axretê her dem hem problematîkên felsefe û zanistê ne hem jî yên dînan in. Dualîzm bi metoda hevsengîya dijberîyan dide dû bersivên van pirsan. Digel dualîzmê “tesewif” jî vê yekê pêk tîne û li gorî felsefeya tesewifê jî di têgihîştina însên a ji xwe û ji dinyayê da du rê mimkun in. Însan yan bi aqilê xwe yan bi dilê xwe ji dinyayê fam dike û emelên xwe li gorî wan pêk tîne. Rengvedanên duaîlîzmê û tesewifê di edebîyata klasîk a Kurdî da jî xwe daye der. Melayê Cizîrî helbestvanê edebîyata Kurdî ya Klasîk, ji alîyê gelek vekoleran va wek mutesewif tê qebûlkirin. Di vê xebatê da hat mebestkirin ku di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqîl û işqê bê diyarkirin. Di beşa ewil da dê derbarê Melayê Cizîrî û mutesewifîya wî da agahîyeke giştî bê dayîn; di beşa duyem da li gorî riwangehên cihê dualîzm, aqil û işq û di beşa sêyem da jî li gorî agahîyên bidestxistî di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqilî û işqê bê hilsengandin.
Sanat ve Edebiyat, Creative Arts and Writing, Melayê Cizîrî;Işq;Aqil;Dualîzm;Tesewif
Sanat ve Edebiyat, Creative Arts and Writing, Melayê Cizîrî;Işq;Aqil;Dualîzm;Tesewif
| selected citations These citations are derived from selected sources. This is an alternative to the "Influence" indicator, which also reflects the overall/total impact of an article in the research community at large, based on the underlying citation network (diachronically). | 0 | |
| popularity This indicator reflects the "current" impact/attention (the "hype") of an article in the research community at large, based on the underlying citation network. | Average | |
| influence This indicator reflects the overall/total impact of an article in the research community at large, based on the underlying citation network (diachronically). | Average | |
| impulse This indicator reflects the initial momentum of an article directly after its publication, based on the underlying citation network. | Average |
| views | 2 | |
| downloads | 1 |

Views provided by UsageCounts
Downloads provided by UsageCounts