
Nivîskarên ku li Swêdê piştî salên 1980'yî dest bi afirandina edebiyatê kirine, berî ku derkevin derveyî welêt, di nav xebatên siyasî de bûn. Piştî darbeya leşkerî ya 1980'yî neçar man û çûn Swêdê. Ji ber dozên xwe yên siyasî gelek salan nikarîbûn vegeriyana welêt û demeke dirêj li sirgûnê jiyane. Loma di romanên xwe bêrîkirin û hesreta welêt, bi awayekî nostaljîk vegotine. Di navbera salên 1980 û 2000'an de ji aliyê 13 nivîskaran ve 24 romanê Kurdî hatine nivîsîn. Di nav 13 romanên destpêkê de, ji bilî romana Çirîskên Rizgariyê ya Mihemed Dehsiwa, di 12 hebên din de nostaljî heye. Di nav wan de herî pir nostaljî bi 40 rûpelan di romana Tu ya Mehmed Uzun de derbas dibe. Ji ber vê taybetmendiyê, me ev roman weke nimûne hilbijartiye. Di romana Tu de nostaljî di çar kategoriyên sereke de derdikeve pêş: Nostaljiya Civakî û Çandî di têkiliyên civakî yên weke malbat, mêvandarî, dawet û şahiyan de xwe dide der. Herwiha di vê kategoriyê de kevneşopiyên çandî yên weke ziman, çîrok, stran û muzîk jî cih digirin. Nostaljiya Mekan û Xwezayê di bêrîkirina cih û warên weke gund, bajar, zozan û çiyayên welêt de derdikeve holê. Nostaljiya Siyasetê bêtir bi têkoşîn û berxwedana ji bo mafên netewî ve girêdayî ye û di bîranînên têkoşîna li welêt de xwe dide der. Nostaljiya Ciwanî û Evînê jî xwe di bîranînên demên ciwaniyê, evînên kevin û serpêhatiyên romantîk de dide der.
Kürt Edebiyatı;İsveç Kürt romanı;İsveç Kürt yazarları;Mehmed Uzun;nostalji., Kurdish Language, Literature and Culture, Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü, Kurdish Literature;Sweden Kurdish novel;Sweden writers;Mehmed Uzun;nostalgia., Edebiyata Kurdî;romana Kurdî ya Swêdê;nivîskarên Swêdê;romana Tu ya Mehmed Uzun
Kürt Edebiyatı;İsveç Kürt romanı;İsveç Kürt yazarları;Mehmed Uzun;nostalji., Kurdish Language, Literature and Culture, Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü, Kurdish Literature;Sweden Kurdish novel;Sweden writers;Mehmed Uzun;nostalgia., Edebiyata Kurdî;romana Kurdî ya Swêdê;nivîskarên Swêdê;romana Tu ya Mehmed Uzun
| selected citations These citations are derived from selected sources. This is an alternative to the "Influence" indicator, which also reflects the overall/total impact of an article in the research community at large, based on the underlying citation network (diachronically). | 0 | |
| popularity This indicator reflects the "current" impact/attention (the "hype") of an article in the research community at large, based on the underlying citation network. | Average | |
| influence This indicator reflects the overall/total impact of an article in the research community at large, based on the underlying citation network (diachronically). | Average | |
| impulse This indicator reflects the initial momentum of an article directly after its publication, based on the underlying citation network. | Average |
